Ceiferî: Îraqê pêdivî bi hêz a Quds a Îranî Qasim Suleyman heye.
Wezîr ê derve yê Îraqê ragehand: Îraqê pêdivî bi harîkarîkirin a serbaz ên Îranê û fermandar ê hêz a Quds a pasdar ên Îranê, Qasim Suleymanî heye.
K24- Hewlêr
Wezîr ê derve yê Îraqê ragehand: Îraqê pêdivî bi harîkarîkirin a serbaz ên Îranê û fermandar ê hêz a Quds a pasdar ên Îranê, Qasim Suleymanî heye.
Di dîdarekê de li gel kenalek a Îraqî, Îbrahîm Ceiferî, wezîr ê derve yê Îraqê aşkera kir ku nabe Emerîka nerîn a xwe bi ser hikumet a Îraqê de bisepîne.
Herweha dibêje: Bexdayê hevahengîyek a bihêz heye li gel welat ên Îran, Surîya û Rûsyayê bo berengabûn a Daişê.
Wezîr ê derve yê Îraqê aşakera jî kir ku hikumet a Bexdayê dê berdewam bibe li piştîvanîkirin a Heşd a Şeibî, sera wê yekê jî ku hatîne tuhmetbarkirin bi eşkencedan a danîşvan ên sivîl ên bajarok a Felûce.
Ceiferî, got jî: Ew hêz rolek a giring hebûye li paşveçûn a Daişê ji Îraqê.