Xencera Muamer Qezafî li Stenbolê hat dîtin
Xencerê Qadafî ku bi zêr, zîv û kevirên girnabûha hatiye xemilandin, li Lîbyayê beriya 5 salan ji qesra wî hatibû dizîn.
K24-Navenda Nûçeyan
Xencera Serokê berê yê Lîbyayê Muamer Qezafî li Stenbolê hat dîtin û 3 kesên ku, dixwestin xencerê bi 10 milyon dolarê bifiroşin hatin desteserkirin.
Karsazekî bi navê A.A û 2 alîkarên wî ku, hemwelatiyên Tirkiyê ne, li Stenbolê dema ji karsazên Erebîstana Siudîyê re xencerê Qezafî difirotin ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.
Hat diyar kirin ku, her sê kesên hatine desteserkirin, bi (4-6) milyon dolarê Amerîkî ev xencer ji komên opozîsyonê yên li Lîbyayê stendine û xwestine ku, bi 10 milyon dolarê ji karsazên Ereban re bifiroşin.
3ê kesên gumanbar bi şertê wek darizandina bêgirtî serbest hatin berdan.
Xencerê Qadafî ku bi zêr, zîv û kevirên girnabûha hatiye xemilandin, li Lîbyayê beriya 5 salan ji qesra wî hatibû dizîn.
Xencer niha li Tirkiyê tê parastin, piştî demekê bi îhaleyê dê bê firotin.