Hejmarek ji leşkerên Fransayê digihin Hewlêrê

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, siba hejmarek ji leşkerên Fransayê digihn Herêma Kurdistanê.

K24 – Hewlêr

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, siba hejmarek ji leşkerên Fransayê digihn Herêma Kurdistanê.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Ferîq Cebar Yawer ji K24ê re ragihand, ku niha alîkariya hlza Pêşmerge dibe, sibe jî hejmarek ji leşkerên Fransayê bi riya Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî digihin Herêma Kurdistanê.

Yawer amaje kir, hûrkêliyên zêde nikarin belav bikin, lê hejmarek baş ji leşker û beşek çek û teqemenî wek Doşka 20 m.m ji Wezareta Bergîriya Fransayê digihin Herêma Kurdistanê.

Yawer aşkere kir jî, ku sibe kenalên ragihandinê jî vexwandine û dikarin beşdarî romala wê pirsê bikin.

 

Fly Erbil Advertisment