Hevpeyman 84 hêriş ên asmanî dikin ser Daişê li Felûce

Gotebêj ê hêz ên Hevpeyman li şerr ê dijî Daişê aşkera kir ku firoke yên wan 84 hêriş kirine ser çekdar ên Daişê.

K24- Hewlêr

Gotebêj ê hêz ên Hevpeyman li şerr ê dijî Daişê aşkera kir ku firoke yên wan 84 hêriş kirine ser çekdar ên Daişê.

Kirîsstover Garver, gotebêj ê hêz ên hevpeymanan ragehand: Firoke yên Hevpeymanan  ji dem a destpêkirin a operasyûn a Felûce ve heya niha 84 hêriş kirine ser çekdar ên Daişê.

 Li gor axivtin ên Garver, mebest ji van hêrişan piştîvanî ya hêz ên Îraqê bûye li operasyûn a rizgarkirin a Felûce.

Li ser amar hêriş ên asmanî di dem a mehekê de, gotebêj ê hêz ên Hevpeymanan got: Di dem yek meh de 400 hêriş ên asamanî li Îraqê û 233 hêriş hatîne encamdan.