Bi sedan hevwelatî yên Sûnne li Felûce bê soraxin

Hijmarek a serkirde û kesatî yên Sûnne li Îraqê ragehandine ku bi sedan hevwelatî yên Sûnne rêçik li Felûce bê soraxin û çarenivîs a wan ne dîyare û hêz ên Heşd a Şeibî tuhmetbar dikin bi bê soraxkririn a wan hevwelatî yên Sûnne.

K24- Hewlêr

Her yek ji Salih  Mutleg , Ûsame Nûceyfî, Ebdulkerîm Ebtan û kamil Newaf Xirêrî, ku hijmarek a berpirs û kesatî yên Sûnne ne, di beyannameyekê de ragehandin: Hêz ên Heşd a Şeibî, li Felûce tawan li dijî hevwelatî yên wî bajarî encam didin û destkirine bi talankirin û şewitandin a mal ên hevwelatîyan û ser ê 17 kesan birrîne û 73 kes ên din jî bê soraxin.

Ew kesatî yên Sûnne di beyannameyê de  dibêjin: Heşd a Şeibî qesabxane li herdû dever ên Mihamedîye û Seqlawîye encamdane û bi sedan kes kuştne û zêdetir ji 600 kes jî bê soraxin.