Bexda: Em vekolînê dikîn lis ser encamder ên kuştin û eşkencdan a Sunneyan

Hikumet a Îraqê dibêje, piştî belavbûn a nûçe yên kuştin û eşkencedan a Sûnneyan, hêz ên asayîşî yên Îraqê hijmarek a Kesan girtin bi tuhemt a desthebûnê di wan tawanan de.

K24- Hewlêr

Hikumet a Îraqê dibêje, piştî belavbûn a nûçe yên kuştin û eşkencedan a Sûnneyan, hêz ên asayîşî yên Îraqê hijmarek a Kesan girtin  bi tuhemt a desthebûnê di wan tawanan de.

Gotebêj ê hikumet a Îraqê, Seed Hudeyîsî, ragehand: Piştî ku parêzgar ê Enbarê ragehandê ku 49 zelam ên Sûnne hatîne kuştin dema xwe radest ê girûpek a milîşîya yên Şîe kirîne û ew 49 kes ji alîyê wê girûpê ve hatîne komkujkirin, hikumetê dest bi vekolînê kirîye.

Seed Hudeyîsî got jî: hijmarek a tuhemtbaran hatîne girtin.

Berê Suheyîb Rawî, parêzgarê Enabrê ragehandibû ku 643 kes ên Sûnne piştî ku ji Felûce revîyane xwe ji xêzan ên xwe hatîne cûdakirin û heya niha bê soraxin û girûp û milîsîya yên Şîe yên ser bi Heşd a Şeibî ji wan berpirsyarin.

Rawî aşkerakiribû jî ku ku milîşîya yên Şîe xêzan ên Sûnne gelek azar û eeşkence dayîne.

Gotebêj ê fermî yê hikumet a Îraqê ragehand jî ku fermandar ê pirose yên serabzî frman ên tund derkirine bo paraztin a can ê xelk ê sivîl.

Berê jî Netewe yn Hevgirtî  li ser pêşlkarî yên mafê mirov li bernaber Sûnne yan li Feleûce û dever ên derdor ê wê hoşdarî dabû hikumet a Îraqê.

Fly Erbil Advertisment