Qamişlo: Biryarên Komînan û pirsgirêkên cotkaran
Bi sedema biryarekê ku zagona hasilê ango destdayînê radiwestîne, hin pirsgirêk di navbera cotkar û xwedanê zeviyan ango melakan de li hin gundên bi ser bajarê Girkê Legê ve derketine holê.
K24 – Qamilo
Bi sedema biryarekê ku zagona hasilê ango destdayînê radiwestîne, hin pirsgirêk di navbera cotkar û xwedanê zeviyan ango melakan de li hin gundên bi ser bajarê Girkê Legê ve derketine holê.
Li gorî zagona hasilê, cotkar her sal ji sedî 10 ji mûsimê salê dide melak, bo wê jî melak dibînin ku, ev hasil ji mafê wan e, nemaze ku zeviyên wan ji dehên salan ve li ser navê wan qoçan kirîne. Herwiha ev zevî bi giştî di destê cotkaran de ye û rawestandina zagona hasilê dê ziyaneke aborî mezin bighîne wan, herwiha tekez dikin jî ku ev biryar gefeke li ser aramiya civaka deverê.
Komînên deverê, cotkar û melak bi vê biryarê agehdar kirine û didin zanîn ku ev biryar ji aliyê iyaleta devera Girkê Legê ve derketiye, ku ew jî yek ji saziyên TEV DEMê ye. Herwiha didin zanîn ku ti biryareke niviskî ne gihiştiye wan, tenê bi devkî hemû aliyên têkildar hatine agehdar kirin.
Di 12ê vê meha Hizêranê de biryara rawestandina zagona hasilê hate derxistin, tevî ku ne Rêveberiya Xwesere ya ku ev biryar derxistiye, lê li hejmarek ji gundan tê cîbicî kirin. Ev yek ta nuha dibe sedema çêkirina pirsgirêkan di navbera cotkar û melakan de, di dema ku pêşbîn e ev biryar were rawestandin, hin çavdêr dibînin ku samanên hemû welatiyan di hundirê peymana civakî ya Kantona Cezîrê de parastiye, bo wê jî nabe biryareke wisa were pejrandin.