Suneyên Nînewayê: Dabeşkirina Iraqê baştirîn çareserî ye
Eşîreyên Erebên sînorê parêzgeha Nînewayê piştevaniya xwe bo pirjeya dabeşkirina Iraq derbirîn û ragihandin, ew bîr li cem wan qebûl e.

K24 – Navenda Nûçeyan
Eşîreyên Erebên sînorê parêzgeha Nînewayê piştevaniya xwe bo pirjeya dabeşkirina Iraq derbirîn û ragihandin, ew bîr li cem wan qebûl e.
Berdevkê eşîreyên Nînewayê Mizahim Hiwîd ragihand, eşîreyên wan gihêştine wê baweriyê û dabeşkirina Iraqê qebûl dikin. herwiha got jî: “Ew pêşniyarên ku Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihandiye, çareseriyeke nimûne ye bo Iraqê.”
Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihandibû, “Piştî şikestina DAIŞê, pêwîst e Iraq bi sê herêmên cuda Şîe, Sune û Kurd dabeş bibe, ew jî bo xwîn zêde nerije.”
Hiwîd got jî: “Niha Iraq li ser erdê li ser sê dewletan dabeşkirî ye.”
Hiwîd amaje bi rewşa ne aram ya çend salên borî yên Iraqê kir û diyar kir ku, ew ji ber siyasetên taifî û mezhebî yên şaş hatiye. Hiwîd got ku, divê ji sûde ji şaşbûnan werin girtin û dubare nebin.
Hiwîd tekez kir jî, ku perçebûna Iraqê dê hemû pirsgirêkên taifî û mezhebî çareser bike, herwiha peçebûn dê aramî û geşepêdanê vegerîne herêmê.