Guman li komîte ya vekolînê ji pêşlkarî yên Hşed a Şeibî dihên kirin

Nerîngeh a maf ê mirof a Îraqî bi guman ve li komîte ya vekolînê li pêşlkarî yên Heşd a Şeibî dinere.

K24- Hewlêr

Nerîngeh a maf ê mirof a Îraqî bi guman ve  li komîte ya vekolînê li pêşlkarî yên Heşd a Şeibî dinere.

Di beyannanmeyekê de nerîngeh a maf ê Mmirv ê Îraqî ragehand: Kar ên Komîte ya vekolînê ji pêşêlkarî yên Heşd a Şeibî cih ê gumanêye û ew komîte wek pêdivî  nekare  kar ên xwe bêlayde birêve bibe.

Herweha nerîngeh a navbibî, nîgeranî ya xwe derbirrî ji danan a Falih Feyaz, rawêjkar  ê asayîş a neteweyî ya Îraqê wek serok ê Komîteyê, di demekê de ku ew bi xwe yeke ji endam ên deste ya serokatî ya Heşd a Şeibî.

Nerînege a Maf ê Mirov, rexne araste ya Heyder Ebadî, serok wezîr ê Îraqê,  ku rê nedaye hîç rêkxistîyek a civak a sivîl û nêvdewletî di evê komîteyê de bibe endam.

Di dem a burî d bi taybetî di opersyûn a rizgarkirin a bajarok a Felûce de hijmarek a belgeh li ser pêşêlkarî yên çekdar ên Heşd a Şeibî xisrtin berçavan; lew bo vekolînê di evî mijarê de komîteyek a hat pêkhînan kuher ji niha ve guman ji kar ên ewê komîteyê.