Sîrka Avrasyayê li Diyarbekirê çalakiyên şahiyê pêşkêş dike

Demeke dirêje, li Diyarbekirê çalakiyên şahiyê kêm bûne, heta nemabûn. Lê di meha remezanê de, Rêvebiriya Navenda Kargehan Mega-Centerê Sîrka avrasyayê li ber avahiya xwe rast kiriye. Di sîrkê de, mirov û ajal bi lîstîk û xwepêşandanên xwe, derfetê demeke xweş derbas kirinê peyda dikin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3e1f2d90-11df-4f46-8560-ac636eb1f2b0/SirkaAvrasyaLiDiyarbekir.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Demeke dirêje, li Diyarbekirê çalakiyên şahiyê kêm bûne, heta nemabûn. Lê di meha remezanê de, Rêvebiriya Navenda Kargehan Mega-Centerê Sîrka avrasyayê li ber avahiya xwe rast kiriye. Di sîrkê de, mirov û ajal bi lîstîk û xwepêşandanên xwe, derfetê demeke xweş derbas kirinê peyda dikin.

Ev dîmen ji sîrka Avrasyayê ku di Remezanê de, li Diyarbekirê ye. Ji salekî zêde ku Diyarbekir her bi, şer û alozî û nûçeyên dilnigarî û rûsar di rojevê de ye. Bi hatina sîrkê, ciyekî peyda bû ku her şev, welatî bikarin werin û demekî xwe bispêrin lîstîk û pênîşandanên li vê sîrkê.

Rêvebirê Sîrka Avrasyê Servet Yalçin ku 31 sal in, şanoger e û 15 sal in jî di sîrkê de jî xebatan dimeşîne, dibêje; çavkaniya sîrkê şaristaniya Mezopotamya û Misirê ye. Lê welat û civaka me wek gelek kevneşopiyên xwe ji vê hunera xwe jî dûr ketiye. Yalçin dibêje sîrk wek tedawiyeke civaki ye.

Yalçin dibêje: “Demeke dirêj e, ku me dixwest em werin Diyarbekir. Ji ber ku ev hatina me rastî meha remezanê hat jî me konsepta xwe li gor wî amade kiriye. Em qet natirsin, ji berk u sîrk lîstika gel û gelan e, herkes ji her derî û ji her fikr û bawerî li ciyekî bi heman tiştî şa dibin. Yanî sîrk xwedî zimanekî gerdûnî yê şahiyê ye.”

Di sîrkê de, pênîşandanên sîhîrbazî, yên bi ajalan re û hin caran jî yên bi temaşevanan re tên kirin hene. Welatî jî jin zarok û wek malbat hatine û tevlî vê şahiye bûne.

Mehmût Yildizhan jî rêvebirê rêvebiriya Mega Centerê ye. Yildizhan jî dibêje, li Diyarbekir pêdivî bi aramî û rûkeniyê ji her demî zêdetir heye, ji ber vê yekê jî wan xwestiye pêşengiya hatina sîrkê bikin da ku ew jî kêfxweşiya wan şahiyan bijî.

Herwiha Yildizhan got jî: “Ev salekî zêtir e, em din av pevçûnan de ne, civak, zarok û hemû civak wek derûnî di rewşeke xeterdabû. Me jî xwest ew derûniya ku bi dengê bombe û çekan hatiye xirab kirin, em bi muzîk û şahiyê bikin ken li ruyê welatiyan.”