Li Tirkiyê bo hatina geştyaran rêbazên nû tên kirin
Tirkiyê ji bo cejna Remezanê 9 rojên bêhnvedanê dan welatiyên xwe û tê pêşbînî kirin di betlaneya cejna pêş de kar û barên kompaniyên geştyariyê dê hinekê baştir bibin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê, ku ji ber teqînan di rojên dijwar re derbas dibe, bo hatina geştyaran rêbazên nû tê kirin. Îsal her çiqas hejmara geştyaran ji ber teqînan kêm bibe jî lê geştyarên ku bi kruvazorê (keştîcengek) tên Tirkiyê li gor salên borî zêdetir bûye.
Tirkiye bi taybetmendiyên xwe yên dîrokî, xwezayî û bi tesîra pêşveçuna kompanyeyên geştyariyê bala geştyaran dikêşîne ser xwe, geştyarên ku, bi keştiyên kruvazor digerin peravên Tirkiyê pir tercîh dikin.
Li gor daneyên kompanyayên geştûguzariya Tirkiyê, di nav 5 salên borî de 7 hezar û 593 keştiyan bi xwe re 10 milyon û 207 hezar û 364 geştyar anîne Tirkiyê. Di her çar mehên îsal yên borî de jî 85 keştiyan 82 hezar û 114 geştyar anîne Tirkiyê.
Sala borî ji 23 benderên Tirkiyê geştên keştiyên kruvaziyer çêbûn û keştiyên kruvazor herî zêde serdana benderên wek Kuşadası, Stenbol, Îzmir, Bodrum, Marmaris û Antalyayê kirine.
Keştiyên Kruvaziyer ji aliyê xizmet û rihetiyê ve ji otelên 5 stêrk kêmtir nîn in û ev keştiyên ku, çalakiyên wek serdana benderan,bazar û xizmetan didin bi rêya van balkêşîyên geştyaran dikşîne xwe.
Her wiha Tirkiyê ji bo cejna Remezanê 9 rojên bêhnvedanê dan welatiyên xwe û tê pêşbînî kirin di betlaneya cejna pêş de kar û barên kompaniyên geştyariyê dê hinekê baştir bibin.
Beriya cejnê ji %50'î otêlan vala bû. Lê belê piştî eşkerekirina betlaneya fermî ya cejnê ku, 9 roj berdeam be ji 90'ê otêlan ji niha ve tijê bûye. Ev yek jî bo demeke kurt dilê kompanyayan jî xweş kir.