Li ser rêya Farqîn û Diyarbekirê 300 k.g teqemenî hat teqandin

Li ser rêya navçeya Farqîn û Diyarbekirê hêzên ewlekariya Tirkiyê 300 k.g teqemeniya veşartî tesbît kirin û li ser zeviyekê bi awayeke kontrolî teqandin.

K24 – Diyarbekir

Li ser rêya navçeya Farqîn û Diyarbekirê hêzên ewlekariya Tirkiyê 300 k.g teqemeniya veşartî tesbît kirin û li ser zeviyekê bi awayeke kontrolî teqandin.

Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku, duh di dema xebatên kontrolkirina rê de hat dîtin ku 10 bîdonên ku 300 k.g teqemenî tê de ne, di binê pira li ser Pamukçayê hate tesbît kirin.

Li gorî daxwiyaniya parêzgeriyê ew teqemenî di nava zeviyekê de bi awayeke kontrolî hate teqandin.

Ev yek di demekê de ku, li navçeyên Diyarbekirê Farqîn, Hezro, Hênê, Pasûr  û Licê, qedxeyên hatibûn ragihandin, duh piştî demjimêr 19:30an hatin rakirin.

 

Fly Erbil Advertisment