Ji encma operasyûn a Hevpeymanan û Turkîya 20 çekdar ên Daişê hatin kuştin

Li ser sînorê Tirkiyeyê û Suriyeyê di encama operasyona asimanî ya hêzên hevpeyman û hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê de 20 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin.

K24- Hewlêr

Li ser sînorê Tirkiyeyê û Suriyeyê di encama operasyona asimanî ya hêzên hevpeyman û hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê de 20 çekdarên DAÎŞê hatin kuştin.

Li gor nûçeyên di çapemeniya Tirkî de belav bûye li ser sînorê Suriyeyê li dijî baregehên DAÎŞê ko xwe amade dikirin êrîşê Tirkiyeyê bikin bi balafirên hêzên hevpeyman û topbaranên Tirkiyeyê operasyon hatiye kirin. Di encama operasyonê de 20 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin.

Herwiha piştî operasyonê Arteşa Fetîhê 5 gundên li ser sînorê Tirkiyeyê ji destê DAÎŞê dêrxist.