Huda-Par Kongreya xwe ya 4emîn girê dide
Partîya Doza Azad Huda-Par, îro li Enqereyê Kongreya xwe ya mezin a 4emîn girê dide.

Enqere (K24) - Partîya Doza Azad Huda-Par, îro li Enqereyê Kongreya xwe ya mezin a 4emîn girê dide. Li gorî zanyarîyên peyamnêrê K24ê, di kongreyê da wê serokê heyî Îshak Saglam biguhere û wê serokekê nû bê hilbijartin.
Partîya Doza Azad Huda-Para ku di sala 2012an da bi fermî hatîye damezrandin, îro (02.06.2021, Roja Çarşemê) li Enqereya paytextê Tirkiyeyê, Kongreya xwe ya mezin a asayî a 4emîn girê dide.
Peyamnêrê K24ê li Enqerê da zanîn, di kongreyê da peyama Serok Barzanî hate xwendin û bi coş û xiroş hat pêşwazî kirin.
Endamê Rêveberiya Huda-Parê û Nûnerê Huda-Parê li Herêma Kurdistanê Ebdulselam Yalçin, ji ber selametiyê ve jî, wan delegeyên din nava partiyê de yên dê dengê xwe bidin beşdarî kongreyê bûne.
Got jî: Di vê kongreyê de namzedê wan ê Serokatiya Giştî heye û eger heye serokê niha bê guhartin. Herwiha dê guhartin di Encûmena Serkirdatiyê de jî çêbibe.
Serokê Giştî yê Huda-Parê Îshak Saglam di kongreyê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: Divê zimanê Kurdî bibe zimanê duyemîn a fermî û bibe zimanê perwerdehîyê.
Li gorî zanyarîyên peyamnêrê K24ê, di kongreyê da wê serokê heyî yê Huda-Parê Îshak Saglam biguhere û wê serokekî nû bê hilbijartin. Li gorî agahîyan, Lijneya rêveberîya Huda-Parê ji bo dîyarkirina tekane namzedê serokatîya giştî di nav şêwr û mişêwran da ye.