Pêwendiyên aborî di navbera Rûsya û Tirkiyê de dest pê dikin

Serokê Rûsyayê daxwaz kir, pêwendiyên aborî bi Tirkiyê re dest pê bike, ji bo vê yekê jî biryar e, roja 1 Tebaxê wezîrên derve yên Tirkiye û Rûsyayê li Moskoyê bicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsyayê daxwaz kir, pêwendiyên aborî bi Tirkiyê re dest pê bike, ji bo vê yekê jî biryar e, roja 1 Tebaxê wezîrên derve yên Tirkiye û Rûsyayê li Moskoyê bicivin.

Piştî ku pêwendiya telefonî ya îro di navbera Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, Putin daxwaz ji hikûmeta Rûsyayê kir ku, pêwendiyên aborî bi Tirkiyê re dest pê bikin. Herwiha biryar jî da, dorpêça li ser geştiyariya Tirkiyê rakin.

Koşka Krîmlînê jî ragihand, nameya Erdogan bingehek bû ji bo bidawîanîna krîza di navbera Rûsya û Tirkiyê de.

Herwiha ji bo asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê û destpêkirina pêwendiyên aborî di navbera herdu welatan de, biryar e roja Înê 1 Tebaxê herdu wezîrên derve yên Tirkiye û Rûsyayê li Moskoyê bicivin.