Çalakiya berî cejnê li Bazara Hetîn li bajarê Qamişlo
Bazarên gelêrî di salên dawî de gelekî çalak bûne û hejmara xelkên ku serdana wan dikin zêde dibin, nemaze di demên helkeftan de weku cejna Remezanê.
K24 – Qamişlo
Bazarên gelêrî di salên dawî de gelekî çalak bûne û hejmara xelkên ku serdana wan dikin zêde dibin, nemaze di demên helkeftan de weku cejna Remezanê.
Bazara Hetîn li bajarê Qamişlo yek ji wan bazaran e ku, di rojên berî cejna Remezanê de bi awayekî balkêş çalak dibe. Xelkên Qamişlo diyar dikin ku, nirxên pêdiviyan li vê bazarê ji bazara sereke kêmtir in. Herwiha ji aliyê ewlehî ve jî parastiye û metirsî li ser xelkên serdana wê dikin tune ye.
Bazirganên vê bazarê ji aliyê xwe ve tekez dikin ku, nirxê keresteyên bazara Hetîn ji yên bazara sereke kêmtirin û bêhtirî bikarhêneran ji taxên derdorê ne. Herwiha didin zanîn ku, rewşa aborî ya welatiyan û buhabûna cilûbergên cejnê dihêlin xelk berê bidin vê bazarê.
Buhabûna nirxê alavan bi giştî û rewşa aborî ya zor ji wan sedemên ku derfetê dide bazarên berdêl ji bazarên navendî re,
bazarên gelêrî wê derfetê dide her kesî, nemaze malbatên xwedan dahatên destnîşankirî, ku pêdiviyên xwe ji hemû cûreyên keresteyan û bi nirxên li gor dahatên xwe bikirin. Herwiha tirsa ji teqînên ku carcaran di navenda bajêr de rû didin dihêle xelk bêhtir bi aramî li bazarên gelêrî kirîn û firotina xwe bikin.