Hevpeymaniya Navdewletî dahata DAIŞ aşkere dike
Berî niha berpirsekî leşkerî ragehandibû ku, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî di operasyonekê de 800 milyon dolar wêran kirbûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Stêvin Werin ragehand ku, dahata DAIŞê ji dizîya Bankan, qaçaxçiya pertolê û şûnwaran, herwiha ji kiryarên revandinê milyar dolar e.
Derbarê dahata rêxistina DAIŞê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Stêvin Werin di kongreyekî rojnemevanî de ragehand ku, pereyên ku, çekdarên DAIŞê ji destdayîna liser benkan giheştiya milyar dolarî, da zanîn ku, ji qaçaxçiya petrolê 250 milyon dolere.
Warin aşkere kir ku, buhayê baceyên DAIŞê jî salan e 300 milyon dolarin, herwiha firotina şûnwaran jî (100-200) milyon dolarin û dahatê kiryarên revandinêjî salan e dighe 10 milyon dolar.
Berî niha berpirsekî leşkerî ragehandibû ku, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî di operasyonekê de 800 milyon dolar wêran kirbûn.