Emerîka: Armanc û sîyaset a me li Îraqê nahê guhrtin
Hikumet a Emerîkayê ragehand: Bi zêdekirin a hijmar a serbaz û rawêjkaran wan li Îraqê, aramanc û sîyaset ên wan li wî welatî nahê guhertin û ew hêz a nû jî ku dê bihên şandfin bo Îraqê, tenê rol a rawêjkarî û rahênerîyê dê bînin û pişkdarîyê di operasyûnan nake.
K24- Hewlêr

Con Kêrbî, gotebêj ê wezaret a derve ya Emerîkayê, ji Waşintinê ragehand ku wan çi meram û mebest ên nû nîne ji şandin a wê hêza nû ya Emerîkayê bo Îraqê.
Got jî: Di dem a burî de rol a serbaz û rawêjkarî ya Emerîkayê li şerr ê dijî Daişê serkevtî bûye û her ji wê nerîngehê ve Emerîkayê hijmar a hêz ên xwe li Îraqê zêde kir.
Aştûn Karter, duhî di serdan a xwe de bo Îraqê, aqşkera kir ku Emerîka 560 serbaz ên din dê bişîne Îraqê bi merem a harîkarîkirin a hêz ên Îraqê di operasyûn a rizgarkirin a Mûsilê.