Li 13 gundên Farqînê qedexeya hatinûçûnê hat ragihandin
Berî niha jî çend caran li Farqîn û gundên wê qedexe hatibû ragihandin.

K24-Navenda Nûçeyan
Li 13 gundên navçeya Farqîna Diyarbekirê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Parêzgariya Diyarberkirê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku, li 13 gundên navçeya Farqînê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Qedexe îro saet 04.00 destpê kir. Bi ragihandina qedexeyê re ketin û derketina herêmê hat qedexekirin.
Berî niha jî çend caran li Farqîn û gundên wê qedexe hatibû ragihandin. Tê çaverê kirin li van cihê qedexe hatî ragihandin, dest bi operasyonek berfireh bê kirin.