Kurdek bû yek ji şêwirmendên Televîzyona Fermî ya Elmanyayê

Di televîzyona ZDFyê de berî niha jî li dijî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan helbestek rexnegir hatibû belavkirin û ev yek jî navbera Tirkiyê û Almanyayê de bûbû sedema kirîzê.

K24-Navenda Nûçeyan 

Serokê Civaka Kurd yê Elmanyayê Alî Ertan Toprak bû Endamê Lijneya Şewirmendî ya Televîzyona Fermî ya Elmanyayê  ZDFyê.

Toprak ji vê biryarê kêfxweşiya xwe anî ziman û da zanîn ku, ewê di karê xwe yê çar salan a televîzyona ZDFyê de wekî nûnerê penaberan xebatên mezin bike. Herwiha ev biryar di çapemeniya Tirkiyeyê de jî ciheka berfireh girt û rastî nerazîbûnan hat.

Serokê Civaka Tirk ya Berlînê Bekir Yilmaz ragihand ku, televîzyona ZDFyê bi bacên tirkên Elmanyayê alîgirekî PKKyê kiriye şewirmendê xwe.

Di televîzyona ZDFyê de berî niha jî li dijî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan helbestek rexnegir hatibû belavkirin û ev yek jî navbera Tirkiyê û Almanyayê de bûbû sedema kirîzê.