Ji ber aloziyan rêjeya bêkariyê li Sêrtê zêde bûye

Li gorî xelkê heger çareseriyek ji şer û aloziyan re neye dîtin aramiya li bajarên weke Sêrtê jî dê nemîne.

K24-Sêrt

Ji ber şer û aloziyan bi hezaran malbat ji Şirnex, Cizîr, Silopî, Hezex û Nisêbînê koçî bajarê bakurê Kurdistanê Sêrtê kirine. Koçberiya navxweyî li Sêrtê rêjeya betaliyê zêde kiriyê. Li sûk û bazara bajêr bi hezaran kesên betal li çayxaneyan wextê xwe derbas dikin.

Li Sêrtê weke bajarên din yên bakur şer û alozî neqewimîn. Kurd, Tirk û Ereb li bajêr jiyaneke hevpar dijîn. Hejmara nifusa wê derdora 150 hezaran e. Lê ji ber koçberiya navxweyî nifûsa wê niha ji 160 hezaran derbas bûye. Li Sêrtê ji xwe derfetên aborî kêm bûn bi hatina koçberên hejmara betalan jî zêde bû. Mehmet Emîn Çeçen Endamê Meclisa Giştî yê Bajar e. Çeçen dibêje, alikariya ku parêzgerî, şaredarî û dezgehên saziyên sivîl didin koçberan têra nakin û tene çareseriyê di vegera bajarên wan de dibine.

Endamê Meclisa Giştî yê Bajarê Sêrtê Mihemed Emîn Çeçen  wiha got:"Hevalên me yên ku bêderfet man, bêkar man, bêcîh û mal û bêaborî man ew jî hatine vê derê. Bi rastî ji wan re jî derfetên aborî lazim e da ku bikaribin malbata xwe xwedî bikin. "

Karsaz amaje bi wê yeke dikin ku, dewletê gelek sozên aborî bo Sêrtê dane û çavên wan lê ye ku dewlet wan sozên xwe bicih bîne. Ji hêla din ve ji tirsa bêîstîkrariyê bi hezaran avahî jî nîvçe mane, xelk weke barê bi dilekî rihet xaniyan nastînin. Ahmet Bîlek xelkê Sêrtê ye, bi salan e ku di sektora avahiyan de dixebite. Bîlek dibêje dema dewlet alikariya aborî bide û aramî jî hebe dê Sêrt jî pêşkeve û kesekî betal lê namîne.

herwiha Karsaz Ahmet Bîlek wiha axifî:"Wexta ku em li salên berê dinerin û li niha dinêrin em bixwazin nexwazin tesîra neyînî ya vî şerê li herêmê bi awayeke berbiçav tê xuyakirin.  Vî şerî weke her soktoran bandoreke neyînî li ser sektora avahiyan jî kirîye."

Xelkê Sêrtê dibêje gelek derfetên aborî yên weke turîzma çandî û olî hene lê şerê li bakur derbeyeke li sektorên geşt û guzarê jî dane. Li gorî xelkê heger çareseriyek ji şer û aloziyan re neye dîtin aramiya li bajarên weke Sêrtê jî dê nemîne.

Fly Erbil Advertisment