Berxwedêrên Zindana Diyarbekirê Hatin Bibîranîn
Berxwedêrên zindana Diyarbekirê ku li dijî muameleyên xirab û êşkenceyên di sala 1982-an de, pêkhatibûn, li ber Zindana tipa "E" hatin bibîranîn. Di çalkiyê de, hat diyar kirin ku, dewleta Tirk hewla fetisandin û têkbirina, azadîxwazî û daxwaazên rewa yên gelê Kurd daye û hêj jî dide. Lê berxwedan û nerazîbûna têkoşerên Kurd jî berdewam e û dê berdewam be.
K24- Amed
Berxwedêrên zindana Diyarbekirê ku li dijî muameleyên xirab û êşkenceyên di sala 1982-an de, pêkhatibûn, li ber Zindana tipa "E" hatin bibîranîn. Di çalkiyê de, hat diyar kirin ku, dewleta Tirk hewla fetisandin û têkbirina, azadîxwazî û daxwaazên rewa yên gelê Kurd daye û hêj jî dide. Lê berxwedan û nerazîbûna têkoşerên Kurd jî berdewam e û dê berdewam be.
Saziyên sivîl û partiyên siyasî, Kemal Pîr Hayrî Dûrmûş, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz ku piştî cunteya 12 îlonê ya 1980-an, wek bi hezaran kesî li girtîgeha Diyarbekirê tên girtin û ji bo rawestandina êşkenceyên li wê girtîgehê, di 14ê Tîrmeha 1982-an de, destbi greva mirinê ya birçîbûnê dikin bibîranîn.
Serokê Komeleya Hevkariya Malbatên Girtiyan (TUHAD-DERê ) Rifat Rûhî, daxuyand ku, hşmendiya dewleta Tirk ya, tunekirina berxwedana Kurdan hêj jî berdewam e. Rûhî balkişand ku, kesên berxwe didin berdelên giran didin û gelê Kurd hêj jî berdelên giran ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa û bingehîn dide.
Rifat Rûhî (Serokê TUHAD-DERê) got:"Di ser cunteya 12 îlonê ya Leşgerî de, 34 sal derbas bû. Lê feraseta dewletê ya li hemberî gelê Kurd, neguriye. Îro jî li hember girtiyan heman pêkanîn berdewam in. Hemû cureyên zext, zilm û êşkenceyan li meriyetê ne û li ser girtiyan pêktên."
Hevseroka Şaredariya Mezin Diyarbekirê Gultan Kişanak jî, dazanîn ku, yên ku wan êşkenceyan kirine, wisa dixwestin û dizanîn ku ewê dengê azadixwazî qut bikin, gelê Kurd, bindest bikin, hêvî û daxwazên gelê Kurd ji holê rabikin. Lê berxwedana li zindana Diyarbekirê, nîşan da ku ew hesavên wan dê tu car bicîh neyên.
Gultan Kişanak (Hevseroka Şereradiya Diyarbekire)got:"Ev girtîgeha ku li pişt me ye li Cihanê, xwedî navnasiya xirabtirîn ji 10 girtigehan yek e. Êşkence û kirinên herî xirab, kirêt û dermirovî li vê girtîgehê hatine kirin. Lê li dijî wan kirinan, têkoşîn û berxwedana parastina azadîxwazî û rumetê hatiye dayîn.
Seroka Gruba Parlamenterên HDPê Çagla Demirel jî, ragihand ku, bi tank û top û çekên giran têkbirina bajarên li Bakûre Kurdistanê û bi binpêkirina hemû destûran qedexeyên ku tên ragihandin berdewamiya hişmendiya faşîstî ya tunekirina gelê Kurd e.