Siyasetmedarên Kurd li Bakur peymana Kurdistan û Amerîkayê nirxandin
Herema Federal a Kurdistanê û Pêşmergeyên Kurdistanê, di şerê li beramber DAÎŞê de, yek ji wan hêzên serekî ne. Gelek caran daxwazên rayedarên Herema Federal a Kurdistanê hebû ku alîkariyên di vê çarçoveyê de tê şiyandin, rasterast bo pêşmerge bê dayîn.
K24-Navenda Nûçeyan
Peymana leşkerî ya ku di navber Emerîka û Herema Federal a Kurdistanê de hat îmze kirin gelo tê çi watê ye, Çavdêrên siyasî û siyasetmedarên Kurd dibêjin, ev peyman di sûdbexşiya Kurdan de ye û ji bo sazûman bûyina hêza pêşmerge jî dê karîger be.
Çavdêrên siyasî û siyasetmedarên Kurd yên li Bakûrê Kurdistanê, di çarçoveya şerê bi DAÎŞê re û taybet jî amadekariyên operasyona rizgar kirina Mûsilê de, peymana ku Herema Kurdistan û Emerika îmze kirin ji Kurdistan24ê re nirxandin. Navborî peymanê erênî dibînin, lê daxwaz dikin ku berjewendiyên neteweyî di wan peymanan de bên parastin.
Çavdêrê siyasî Fûat Onen, ji Kurdistan24 re diyar kir ku, ji wan peymanan girîngtir, hevpeymaniya partî û rêxistinên Kurdan girîng in. Ger ku Kurd bikarin li hember cihanê hevpeyamnî bidin dê peymanên wiha jî xizmeta sazûmanbûyîna serxwebûna Kurdistanê bike. Onen balkiaşnd ku dilê Kurdistanê Kerkuk, ji ber nakokiyên navbera Kurdan buye mijara nîqaşan û divê Kurd êdî wan xeletiyan dubare nekin.
Çavdêrê Siyasî Fuat Onen wiha got:"Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ne bi ser Bexdayê de, bi serê xwe bi kîjan dewletên cîhanê re peymanan girê bide eviya karekî erênî ye. Bi şertê ku ev peyman an rêya serxwebûna Kurdistanê vekin û serxwebûnê hêj aktueltir bikin rojeva dewletên cihanê."
Cigirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSKê) Bayram Bozyel jî, ragihand ku DAÎŞ heta li Mûsilê be, ji bo Kurdan û Kurdistanê gef e û pêşmerge û hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê di şerê bi DAÎŞê re hêzên serekî ne. Bozyel baldikşîne ku, ji ber nakokiyên mezhebî yên li İraqê jî bûyîna hêzên pêşmerge di operasyona Musilê de girîng e.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel wiha axifî:"Her çiqas Mûsil rasterast bajarê Kurdistanê nebe jî, hebûna DAÎŞê heta li wê bidome Kurd jî nikarin ewlehiyê û aramiyê bibînin. Ji bo vê jî hewceye ku pêşmerge jî beşdarî operasyona Mûsilê bibin. "
Herema Federal a Kurdistanê û Pêşmergeyên Kurdistanê, di şerê li beramber DAÎŞê de, yek ji wan hêzên serekî ne. Gelek caran daxwazên rayedarên Herema Federal a Kurdistanê hebû ku alîkariyên di vê çarçoveyê de tê şiyandin, rastewxwe bo pêşmerge bê dayîn. Bi îmze kirina vê peymanê jî rêya rewa û resmî ya wê daxwazê vebû.