Serokatî ya Herêmê: Xweşhalîn hevwelatî yên Turkîyayê piştîvan ên hikumet a şeriî û hilbijartî bûn
Serokatî ya Herêm a Kurdistanê d I ragehandinekê de hemû hewlan şermezar dike ku li dijî îrade ya gel û pirêsîp ên dîmukrasîyê bivêt sîstem a hilbijatî bi rê ya çek u kudetayan biherifîne.
K24- Hewlêr
Serokatî ya Herêm a Kurdistanê d I ragehandinekê de hemû hewlan şermezar dike ku li dijî îrade ya gel û pirêsîp ên dîmukrasîyê bivêt sîstem a hilbijatî bi rê ya çek u kudetayan biherifîne.
Di pişkek a dî ya ragehandinê de hatîye: Locîk a çek û tundûtîjîyê dijî dîmukrasîyêye û akincî ya sîyasî û bi hev re jîyanê têk dide.
Serokatî ya Herêm a Kurdistanê di wê ragehandinê de xweşhalî ya bi şikeshînan a kudeta ya serbazîya Turkîyayê derbirrîye û ragehandîye Herêm aKurdistanê xwazyar ê akincî û aştîyêye.
Ev a xwarê jî deq a regahendin a serokatî ya Herêm a Kurdistanê ye:
Di derbarê kudetaya serbaziya şeva 15 li ser 16.07.2016 ê Tirkiye, Serokayetiya Herêma Kurdistanê şermezariya hemû hewlekî dike ku li dijî îradeya gel û prensîpên demokrasiyê bixwazê sîstema siyasiya hilbijartî li rêya çek û kudetayê birûxênê. Ji ber ku lojîkiya çek û tundutîjiya dijî demokrasî û aramiya siyasî û pêkvejiyanê têk dide.
Xweşhalîn ku hemwelatiyên Tirkiye piştevanê Hikûmeta şer'î û hilbijartiyê bûn û rê nedan kudetaçî ser bikevin. Herêma Kurdistana Iraqê xwazyarê aramî û aştiye li Tirkiye û navçeyê. Ji ber ku tenê aramî û aştî xizmeta berjewendiya gelên navçeyê dike.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
16.07.2016