Komîteyek diçe Bexda û komîteye jî bo derve

Barzanî çaverr kombûn a alîyan bo amdekarî ya encamdan a rifrandomê û ev dû peyam jî bi hewl a dawîyê didane bo gazîkirin a alîyan li ser pirs a rifandomê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/eb0de41f-46d6-4c39-81b1-b5be682e0b8d/rifrandom%20w%20layanakan.ism/manifest

K24- Hewlêr

Barzanî çaverr kombûn a alîyan bo amdekarî ya encamdan a rifrandomê û ev dû peyam jî bi hewl a dawîyê didane bo gazîkirin a alîyan li ser pirs a rifandomê.

Serok ê Herêm a Kurdistanê bi alîyan ragehandîye ku piştî kombûnê li gel alîyan komîteyek diçe Bexda û evê pirsê yek alî dike. Dûv re jî Herêm a Kurdistanê bo piştîvanî ya nêvdewletî Komîteyekê dê bişîne derve yê welat.

Barzanî hewl ên xwe bo encamdan  a rifrandomê çirr dike û ji bilî van dû peyaman ku piştî kombûn a wî ya berfireh li gel alîyan encam daye, bi cûda jî li gel partîyan û hemû pêkhate yên Turkûman û Kirîstîyan kom bûye û bi wan re ragehandîye  ku piştî kombûn a berfireh li gel alîyan komîteyek ji hemû partî û pêkhateyan dê biherin Bexda û evê pirsê yek alî dikin.

Duv re jî bo piştîvanî ya nêvdewletî, şandek a Herêm a Kurdistanê diçe welatan û li gor axivtin ên serok ê Partî ya pêşkevtinxwaz a Turjumanî, Barzanî ev hewl bi delîve ya dawîyê dizane bo kombûnê li gel alî yên ser bi pirs a rifrandomê.

Hemû alî û pêkhate û pişkek ji partîyan piştîvanî ya xwe bo Barzanî derbirrîne  bo encamdan a rifrandomê. Barzanî bi rê ya serok ê dîwan a serokatî ya Herêm a Kurdistanê hewl a kombûn a berfireh dide, bo evê yekê jî ewî bi xwe danûstandin li gel pişkek ji alîyan kirîye bo encamdan a kombûn a berfireh.

Yek ji arîşe yên hindûrî ku wek asteng dihê berçav bo encamdan a rifrandomê, alozî ya di naveber a alî yên sîyasî û ji karxistin a perlemanê ye û ku heya niha nehtîe çareserkirin. Heke dûrî ya alî yên sîyasî ji hevdû berdewam be dibe ew delîve ji dest başûr a Kurdistanê bi here.