“Heger niyaza Malîkî ya xêrê hebûya daxwaza hatina Hewlêrê jî kiriba”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê serdana Nûrî Malîkî bo Silêmaniyê de got: ”Serdana Malîkî bo Silêmaniyê karekî partîtî ye. Wek ku wî gotiye, bo pîrozbahîkirina rêkeftina di navbera YNK û Tevgera Goranê ye. Heta niha jî wî amaje bi serdana Hewlêrê nekiriye, heger ew bixwaze serdana Hewlêrê bike, emê pêşwaziya wî bikin.”
K24 – Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji rojnamevanan re ragihand û got: “Heger Malîkî bi serdana Herêma Kurdistanê niyaza wî ya xêrê hebûya, diviyabû daxwaza serdana Hewlêrê jî kiriba.”
Derbarê pêdeçûna bi sîstema paşketina mûçeyên fermanberan de, Barzanî got: “Heta niha bilindbûna nirxê petrolê bandor li ser dahatûya Herêma Kurdistanê nekiriye, ji ber ku hikûmetê deynekî mezin me li ser petrolê kiriye, bo dabînkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê.”
Barzanî derbarê rewşa Tirkiyê û kudetaya leşkerî de got: “Em xweşhal in ku ew kudetaya leşkerî biser neket û hikûmeta Tirkiyê ku desthilata wê ya rewa heye, cîgir bûye.”
Derbarê çareserkirina pirsgirêkên navxweyî de, Barzanî got: “Destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê heye, Serokatiya Herêma Kurdistanê jî pê hatiye raspêrdin, da ku bi hemû aliyan re pêwendiyê bike, heta niha ligel çend aliyan re axiviye, biryar e jî bi berêz kak Newşêrwan Mustefa û YNKê jî biaxive, bo çareserkirina rewşa Herêma Kurdistanê bike.”