Karvedanên derbeya Leşkerî li Bakurê Kurdistanê
Têkçûna hewla derbeya leşkerî li bakurê Kurdistanê jî ji nêz ve tê şopandin. Çavdêrên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ji têkçûna derbeya leşkerî kêfxweş in; lê ew dixwazin îradeya ku piştî têkçûna derbeya leşkerî derketiye holê ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê bibe pêngaveke nû.
K24 – Diyarbekir
Têkçûna hewla derbeya leşkerî li bakurê Kurdistanê jî ji nêz ve tê şopandin. Çavdêrên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ji têkçûna derbeya leşkerî kêfxweş in; lê ew dixwazin îradeya ku piştî têkçûna derbeya leşkerî derketiye holê ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê bibe pêngaveke nû.
Ji gava ku hewla derbeya leşkerî dest pê kir ve, siyasetmedar û saziyên sivîl yên li bakurê Kurdistanê jî li dijî derbeya leşkerî helwesta xwe bi awayeke zelal eşkere dikin. Serokê Lijneya Rêvebir yê Borseya Bazirganiya Diyarbekirê Engîn Yeşîl dibêje, herî zêde Kurd ji derbeyên leşkerî zirarê dibînin, ji ber wê yekê weke beriya niha jî ew li demokrasiyê xwedî derdikevin.
Serokê Lijneya Rêvebir yê Borseya Bazirganiya Diyarbekirê Engîn Yeşîl ji K24ê re axivî û got: “Em naxwazin derbe çêbibin, em dixwazin aştî û demokrasî hebe. Derbe, zirarê dide welêt, herêm û aboriyê. Em dixwazin pêvajoya aştiyê jî dîsa destpê bike.”
Ji ber şerê di nava bajaran de li Bakurê Kurdistanê weke aboriyê rewşa jiyana civakî jî têk çubû. Çavên xelkê lê bûn ku şer bisekine û proseya aştiyê dîsa destpê bike. Lê belê bi teşebûsa derbeyê niha dîsa hêviyên xelkê şikest in. Serokê Federasyona Piştgiriya Civakî yê Mêrdînê Mihemed Şerîf Oter dibêje, divê desthilatdar û muxalefet dersê ji hewla derba leşkerî bigrin û ji bo aştiya civakî êdî bi hev re bixebitin. Oter got: “Dema ku desthilatdar gavekê biavêje divê ji niha û pê de fikra muxalefê jî bistîne. Ku dest bidin hevdu temamê astengî û meseleyan dê bikaribin bi hev dur re çareser bikin. ”
Li gorî çavdêrên siyasî, Kurd û Tirk bi hev re li demokrasiyê xwedî derketin û rê nedan derbeya leşkerî. Çavdêr dibêjin, divê rêvebirên dewleta Tirkiyê û rayedarên partiyên siyasî qedrê tîfaqa dij derbeyê bizanin û ji bo aştiya civakî nexşerêyeke nû amade bikin.