Asayişa Efrînê 4 endamên PDK-Sê ji zîndanên xwe serbest berdide

Asayişa Efrînê endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê Ebdilrehman Apo û 3 endamên din yên heman partiyê ji zîndanên xwe serbest berdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Efrînê endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê Ebdilrehman Apo û 3 endamên din yên heman partiyê ji zîndanên xwe serbest berdan.

Endamê Komîta Navendî yê PDK-Sê Ebdilrehman Apo, ku roja 4ê Adarê ve ji aliyê asayişa Efrînê hatibû girtin, îro ligel hevalên xwe  Rênas Ebdilrehman, Felmez Osman û Cemal Şêx Smaîl Zada ji zîndanên asayişê serbest hate berdan.

Tê zanîn ku roja 15 Tîrmehê endamê Komîta Herêmê yê PDK-Sê li Efrînê Ezet Kurdî, ji aliyê Asayişa Efrînê hate girtin, herwiha hîn endamên heman partiyê li Efrînê Idrîs Elo, Ehmed Sîno, Ehmed Sîdo li cem asayişa Efrînê girtî ne.