Li Hesekê pêngaveke girtina ciwanan dest pê kiriye

Ciwanên bajarê Hesekê bi awayekî berfereh ji aliyê endamên Dîsplîna Leşkerî ya ser bi Rêveberiya Xweser ve tên girtin, bi taybetî jî Kurd.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ciwanên bajarê Hesekê bi awayekî berfereh ji aliyê endamên Dîsplîna Leşkerî ya ser bi Rêveberiya Xweser ve tên girtin, bi taybetî jî ciwanên Kurd.

Peyamnêrê K24 li Hesekê ragihand ku, Li Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, endamên Dezgeha Dîsplîna Leşkerî ya bi ser Rêveberiya Xweser pêngaveke leşkerkirina ciwanan di nava bajêr dest pê kiriye.

Li gor peyamnêrê K24ê jî, ku ji heyama du rojan ve, li gundê Muftî û taxên Salihiyê û Til Hecer Dezgeha Dîsplîna Leşkerî bi tevgereke tund hejmareke mezin ji ciwanan li ser rêbendan girtine û ew veguhastine navenda leşkerkirinê.

Tê zanîn ku Dîsplîna Leşkerî ji heyama salekê ve gelek pêngavên hevşêwe li bajarê Hesekê birêve birine û bi bihaneya erka xweparastinê ciwanan digirin.

Derbarê ve yekê de, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) nerazîbûna xwe li hember vê kiryaran nîşan dide û dibêje ku, ev yek dibe sedema koçberkirina xortan ji Rojavayê Kurdistanê.