HBDHê kuştina 11 polîsan girte ser xwe
Fermandariya Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Gelan (HBDH) êrişa li Trabzonê hilda ser xwe û destnîşan kir di çalakiyê de 11 polîsên taybet hatine kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandariya Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Gelan (HBDH) êrişa li Trabzonê hilda ser xwe û destnîşan kir di çalakiyê de 11 polîsên taybet hatine kuştin.
Fermandariya HBDHê da xuyakirin, roja 19'ê Tîrmehê li navçeya Maçka ya Trabzonê hemberê polîsên taybet êrîş hatiye kirin û 11 polîs hatine kuştin û 4 polîs jî birîndar bûne û di heman demê de êriş li avahiya Birêveberiya Ewlekarî jî hatiye kirin.
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim di civîna Parlamentoyê de dabû xuyakirin, di êrişê de 3 polîs hatine kuştin û 5 polîs û sivîlek jî birîndar bûne.
HDBH, 12 Adara 2016'ê, bi beşdarbûna 10 rêxistinên çep yên Tirkiyê û PKK'ê, li Qendîlê hatibû ragehandin. HDBH heta niha çend çalakiyên ku li Tirkiyê hatine kirin, hildabûn ser xwe.