Gelê Agirî li dijî darbeyê li kolanan bû

Piştî hewldana darbeya leşkerî, rewşa Tirkiyê hêdî hêdî ber bi asayîbûnê ve diçe. Herwiha operasyonên li dijî darbekeran û nerazîbûn hêj berdewam e. Li bajarên Bakurê Kurdistanê jî ev çend roj in gel li hemberî darbeyê dadikevin kolanan.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c64ea70f-de16-4443-8470-769432ebdb7b/AgiriUDarbe.ism/manifest

K24 – Agirî

Piştî hewldana darbeya leşkerî, rewşa Tirkiyê hêdî hêdî ber bi asayîbûnê ve diçe. Herwiha operasyonên li dijî darbekeran û nerazîbûn hêj berdewam e. Li bajarên Bakurê Kurdistanê jî ev çend roj in gel li hemberî darbeyê dadikevin kolanan.

Ev 5 roj in li seranserî Tirkiyê bi taybetî li Enqera paytexta Tirkiyê û bajarê Stanbolê xwepêşandanên li dijî hewldana darbeya leşkerî berdewam dikin. Li Agiriya Bakurê Kurdistanê jî 15ê Tîrmehê şeva hewldana darbeya leşkerî heya îro gel şev û roj li kolanan in û li dijî derbeyê çalakiyan lidar dixin.

Welatî û Nûnerên Saziyên Civakî bi rojane li qadan in û dibêjin li dijî darbeyan hewceye him partiyên siyasî him jî hemû gelên Tirkiyê bibin yek ku pêşiya darbeyan bisekinin.

Esnafên bajêr dibêjin ku, pêwîst dike ku dewlet bergiriyên berfireh ji bo qeyraneke mezin bigrin û li gorî vê yekê wan agahdar bike da ku ew jî li gor wê di kar û barên xwe de berdewam bin.