50 malbat Ji Kampa Kewrgoskê dê bêne veguhastin
Ev demeke beşek ji penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li kempa Kewrgoskê dimînin bê Qaîde ne, di vê mehê de jî ew penaber bi Qaîde bûn. herwiha nêzîkî 50 malbatî jî ji Qaîdeyan bêpar man. rêveberê wê kampê jî biryara veguhistna wan penaberan ji bo kempa Daraşekranê da, lê penaber ji nerazî ne ku, ji kamapa xwe derkevin û daxwaz ji aliyên pêwendîdar dikin ku, vê pirsgirêkê çareser bikin.
K24 – Kampa Kewrgosk

Kampa Kewregosk di 15ê Tebaxa 2013an de hat damezrandin û wê demê nêzî 2 hezar û 400 malbatên penaber yên Rojava di Konan de neştecî bûn. Di Adara 2015an de 540 malbat ketin Qaîdeyan, di Hezêrana îsal de jî, jê 280 malbat bi Qaîde bûn.
Lê niha nêzîkî 50î malbatî ji Qaîdeyan bêpar mane, bi biryara rêveberê kempê û rêveberê nahiya Kewrgoskê ku ev 50 malbat ji bo kempa Daraşekranê werin veguhstin, ev çend roj in jî fişar li van penaberan tê kirin ku, cihên xwe vala bikin û piştî qutkirina av û Kehrebê li ser wan her penaberên ku dixwzin bimînin, rûyên zarokên xemgîn bûne.