Hikumet a Herêmê: Bi vî awayî xişte ya mûçeyan dihê destkarîkirin
Gotebêj ê hikuemta Herêm a Kurdistanê di hevpeyvînekê de behs a çawanî ya destkarîkirin a xişte ya mûçe yên fermanberan û wergirtin a qerek a 150 Milyon Dolarî ji Turkîyayê bo dan a mûçe yên fermanberan.
K24- Hewlêr
Gotebêj ê hikuemta Herêm a Kurdistanê di hevpeyvînekê de behs a çawanî ya destkarîkirin a xişte ya mûçe yên fermanberan û wergirtin a qerek a 150 Milyon Dolarî ji Turkîyayê bo dan a mûçe yên fermanberan.
Di daxuyanîyekê de jî gotebêj ê hikumet a Herêm a Kurdistanê ku di malperr a fermî ya Hikumet a Herêmê belav bûye, nûçeyek a dezgeh ên ragehandinê red dike û nûçe yek a dî jî ku pewndîdare bi pere û mûçe yên fermanberan rast dike.
Ev a xwarê jî deq a wê daxuyanîyêye:
Hijmerek dezgehên ragihandinê li Herêma Kurdistanê xuya kirine ku êdî destkariya xişteya mûçe nahê kirin û ev pareyê ku ji mûçeyên karmendan hatiye paşket kirin, bi karmendan nahê dan. Ev nûçeye bi çi awayekê rast niye û her wek berî niha hikûmetê biryar daye, li her dema ku rewşa darayî baş bû, destkariya xişteya mûçe dihê kirin û paşketa mûşeyên karmendan dihê dan. Lê her wek Birêz Serokwezîr li daxuyaniya du rojan berî niha got: Carê rewşa darayî ji bo destkarî kirina mûçe guncaw niye.
Dizeyî her wiha derbarê nûçeyeka din ku dibêjin Tirkiye 200 milyon dolar daye Kurdistnê xuya kir: Pitir ji sê heftiyan li her du mehêm Sibat û Adarê hinardina petrola Kurdistanê hatibû rawestandin, lewma Hikûmeta Herêma Kurdistanê 150 milyon dolar ji bo pêdana mûçeyên karmendên xwe ji Tirkiye deyin kiribû (ne 200 milyon), ev pareye wek deyin bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye dan.