Tiramp piştîvanî ya xwe bo pirs a Kurd derbirrî û bi Pêşmerge jî sersame

Donald Tiramp berbijar ê partî ya Komarîyan bo post a serokatî ya Emerîkayê, bo yekem car behs a Kurd dike û dibêje: Ew sersame bi şîyan a hêz ên Kurdî ku hevrûşî Daişê dibin li Îraq û Suryayê. Tiramp aşkera jî dike, heke bibe serok ê dahatî ya Emerîkayê hewl dide bi rê ya danûstandinan arîşe ya Kurd li Turkîya çareser bike.

K24- Hewlêr

Tiramp di dîdarekê de li gel rojname ya Nîyûyork Taymiz a Emerîkayî, li ser çareserkirin a arîşe ya Kurd li bakûr a Kurdistanê, got: Ez alîgir ê Kurdim, lê dizanim Erdogan weha nîye, bo çareserkirin a ewê arîşeyê, hewl didim bi awayekê hardû alîyan kom bikim û danûstanan li gel wan bikim.

Got jî eger ez bûme serok, rol a emerîkayê li berngarbûn a çekdar ên Daişê, berfirehtir dike.

Li ser peywendî yên wî li gel Turkîyayê got: Hêvîdarim me peywendîyek a mukim hebe li gel Turkîyayê,  çunku Enqere hevpeymanek a giringe bo Emerîkayê.