Li Pirsuse Cane Xwe Ji Dest da û li Geverê Mala Wî ŞewitÎ

Di 20ê Tîrmeha 2015an de ji bo ji nûve avakirina Kobaniyê ji gelek bajarên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê sedan ciwan li Pirsûsa Rihayê kombûn û xwestin biçin Kobanî. Lê belê bi êrîşek xwe kujîyê 33 ciwanan canê xwe ji dest dan ku yek ji wan Silêman Aksu bû. Niha jî mala Silêman Aksuyê cangorî ya li Colemergê şewitî.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c8d6be8b-e590-40ee-89df-85ee0058ea54/li%20prsws.ism/manifest

K24- bakûr a Kurdistanê

Di 20ê Tîrmeha 2015an de ji bo ji nûve avakirina Kobaniyê ji gelek bajarên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê sedan ciwan li Pirsûsa Rihayê kombûn û xwestin biçin Kobanî. Lê belê bi êrîşek xwe kujîyê 33 ciwanan canê xwe ji dest dan ku yek ji wan Silêman Aksu bû. Niha jî mala Silêman Aksuyê cangorî ya li Colemergê şewitî.

Di bin banê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst de(SGDF) sedan ciwan ji bo alîkariyê bibe Kobanî û di jinûveavakirina bajêr de cih bigirin, berî dane Pirsûsa Rihayê. Ciwanan beriya ber bi Kobanî rê bikevin xwestin daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û li baxçeyê avahiya Navenda Çanda Amarayê kom bûn. Di dema xwendina daxuyaniyê de endamekî DAIŞê di nava ciwanan de xwe teqand. Di encama teqîna xwekujî de 33 ciwan canê xwe jidest didin.

Silêman Aksu yê li Gevera Colemêrgê mamosteyê zimanê inglîzî bû yek ji wan ciwanan bû di wê teqînê de canê xwe da. Silêman Aksu çirokeke dilşewat li pey xwe hişt. Li ser qetlîama Pirsûsê salek derbasbû,lê hêj rondikên çavê diya silêman dibarin û birîna dilê wê hêj germ e.

Kudret Aksu -Diya Silêman , got: Silêman Aksu bariya ku biçe Kobaniyê bi zor û zehmet ji bo dê û bavê xwe avahiyekê çê dike. Lê belê ev avahî dema qedexeya derketina kolanan ya li Geverê hate şewitandin. Bavê Aksu dibêje him kurê wî kuştin him jî mala wî şewitandin lê belê dîsa jî ew aştiyeke mayînde dixwazin.

Ramazan Aksu - Bavê Silêman, dibêje:"Mala min hatiye sotin, çi halê me nemaye. Em mane, gel cilên ber me. Kur çû, mal çû. Kurê min kuştin. Dilê min dişewite. Mal jî çû. Çi xwedê qebûl diketin ku ewqas tişt anîn serê me."

Dê û bavê silêman rojê du dana diçin ser gora kurê xwe. Malbata Silêman dibêjin kurê wan gelekî jîr û zana bû lê belê wan miraza kurê xwe nedîtin. Digel ewqas êş û derd bi tenê daxwazeke malbata Aksu heye: Aramî û aştiyeke mayinde….