Li Diyarbekirê 3 polîs û 2 kesan canê xwe ji dest dan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê di encama pevçûnekî de 3 polîs û 2 kes canê xwe ji dest dan.
K24- Hewlêr
Li bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê di encama pevçûnekî de 3 polîs û 2 kes canê xwe ji dest dan.
Îro li bajarê Diyarbekirê navçeya Erxeniyê Taxa Fevzî Çakmakê dema polîsan xwestin bi ser malekî de bigirin, li ser wan hate reşandin. Di destpêka pevçûnê de 3 polîs hatin kuştin, 2 polîs jî birîndar bûn. Piştî ko hejmarek zêde hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê hatin vegûhestin pevçûn dijwartir bû û 2 kesên di male de bûn canê xwe ji dest dan.