Li Qamişlo amadekarî bo hatina alîkariyên NY tên kirin
Di meha Tîrmehê de, dê alîkarî li ser 150 hezar kesan were belav kirin
K24-Navenda Nûçeyan
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê û li gor biryara Neteweyên Yekbûyî ku, pirekê esmanî bi armanca gihandina alîkariyan di navbera Qamişlo û Şamê paytexta Sûriyê dest bi bi hatina wan alîkariyan hate kirin.
Rêxistinên ku alîkariyan belavdikin ji aliyê xwe ve didin zanîn ku, hejmara alîkariyan ne di rêjeya hejmara xelkên ku pêwîstiya wan bi alîkariyan de heye, ku tenê nêzî hezar û 400 zembîl ango selikên xwarnê bo parêzgeha Hesekê hatine destnîşan kirin, di dema ku hejmara pêwîst 5 hezar selikin.
Rêxistinên alîkariyê amaje bi wê yekê jî dikin ku li gorî rênmayên Netewên Yekbûyî ev alîkarî li ser malbatên bê sermyan, xwedan pêdiviyên taybet, û koçberan dê bêne belavkirin , ev yek jî dibe cihê nerazîbûna hin welatiyên deverê.
Di 23ê meha Hizêrana borî de yekemîn firokeya hewarçûnê gihişte firokxaneya Qamişlo, ew jî yek ji 25 firokeyên hewarçûnê ne yên ku biryare 40 Tin ji alîkariyan veguhêzin deverên pêwîste, ku ji sedî 70 ji wan xwarin û 30 ji sedî pêdiviyên tendurustî ne.
li gorî pilana pirograma xwarina navnetewî WFP150hezar kes di vê mehê de dê bixwarin bibin, lê ji ber destwerdana rêjîmê û şêwyên belavkirinê gumanên gihiştina van alîkariyan bo devera mebest berdewam dikin.