peywendiyên ligel Îmraliyê hatin qedexekirin

Ji 5ê Nîsana 2015 ve destûr nehatiye dayîn ne parêzer û ne jî malbata Ocalan serdana wî bikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li ser biryara Serdozgeriya Komarê ya Bursayê hemû serdan û têliyên ligel rêberê PKKê Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê di çarçoveya rewşa awarte de hatin qedexekirin.

Li gor biryarên dadgehê, serdanên girtiyan wê werin qedexekirin, têkiliyên bi telefonê wê werin sinordar kirin, têkiliyên ligel derve û belgeyên parêzeran yên ji bo girtiyan wê werin sînordar kirin.

Parêzerên Ocalan jî li ser vê biryarê nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ji ber ti lêpirsînek derbarê mûwekîlê me de nîne, divê dawî li vê biryarê bê anîn.

Ji 5ê Nîsana 2015 ve destûr nehatiye dayîn ne parêzer û ne jî malbata Ocalan serdana wî bikin.