Helwesta Kurdên Bakur ji rewşa awarte
Welatiyên Agiriyê amaje bi wê yekê dikin ku ew bi salan e di bin Rewşa Awarte de jiyana xwe derbas dikin, ji ber wê yekê ji bo wan zêde pirsgirêk dernakeve
K24-Navenda Nûçeyan
Piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê ji aliyê Serokkomariya Tirkiyê ve li seranserê Tirkiyê ji bo sê mehan Rewşa Awarte hate ragihandin. Gelê bakurê Kurdisatanê yên ku bi salan e Rewşa Awarte dijîn derbarê vê rûdanê de bîr û boçûnên xwe anîn ziman.
Şeva 15ê Tîrmehê di serî de li Enqera paytexta Tirkiyê û bajarê Stanbolê bi destê komeke leşkerên ku tê gotin girêdayî Cemaeta Fettullah Gulen in gelek bajarên Tirkiyê hewla darbeya leşkerî çêbû. Lê bele ev hewldan negihaşt armanca xwe û ji aliyê gel ve hate şikenandin.
Ji ber van sedeman ji aliyê Serokamariya Tirkiyê ve bi armanca asayikirina jiyana rojane biryara Rewşa Awarte hate dayîn. Welatiyên li Agiriya bakurê Kurdistanêdijîn rave dikin ku li bakurê Kurdistanê salane Rewşa Awarte heye, lê dîsa jî ew di nava metirsiyê de ne ku Tirkiye xerabtir bibe.
"Ev birayara Rewşa Awarte ji aliyê Serokkamar û Wezîran hate dayîn. Ez hêvî dikim dê bi xêr be. Ew hê çêtir dizanin. Eger di rêya qanûnî de muemele bê kirin tu pirsgirêk tuneye. Lê bi îxanetî hereket bikin ji bo gel pirsgirêk e. Înşellah wê bi xêr be."
Esnafên bajêr rave dikin ku ger rayedarên dewletê bergiriyên berfireh hilgrin dê ew bi vê yekê gelek zirarê nebînin. Bi boçûna esnafan hewceye li Tirkiyêû bajarên bakurê Kurdistanê demek nêz de aramî û rewşa asayî serdest be.
"Înşellah ev biryar dê ji bo gel rind be. Her çar aliyê me agir e,şer e. Di nava dewletê de jî kuştin hene ji ber vê yekê ev biryar hatiye dayîn.Înşellah dê rind be. Ji bo me esnafa jî ez hêvî dikim ku di warê ticaret û aboriyê de tu pirsgirêk dernekevin."
Welatiyên Agiriyê amaje bi wê yekê dikin ku ew bi salan e di bin Rewşa Awarte de jiyana xwe derbas dikin, ji ber wê yekê ji bo wan zêde pirsgirêk dernakeve û dibêjin ew hînî rewşên awarte ne. Herwiha esnaf jî rave dikin ku ger dewlet bergiriyên berfireh hilbigre dê tu kêşeyên mezin dernekevin û dê pêşiya qeyranek aborî bê girtin.