Hêj xuya nîne kengê dengê zincîr a yekem tank dê bihê bihîstin

Ser ji nû nakokî yên di navber a Hewlêr û Bexdayê de destpêkir li ser wan hêz ên pişkdarîyê dikin li pirose ya rizgarkirin a Mûsilê û wê rêkkevtin a serbazî di navber Herêm û Waşintinê de hatî wajûkirin.

K24- Hewlêr

Ser ji nû nakokî yên di navber a Hewlêr û Bexdayê de destpêkir li ser wan hêz ên pişkdarîyê dikin li pirose ya rizgarkirin a Mûsilê û wê rêkkevtin a serbazî di navber Herêm û Waşintinê de hatî wajûkirin.

Xalid Ûbeyîdî, li Tiwîterê nivîsîye: Kêmtir ji 10% ji ax a Îraqê ji jêr dest ên Daişê maye û li ser ast a meydanî, hêz ên Îraqê berdewamin li pêşveçûnê, herçende evê yekê rewş a asyîş a hindûrî baş nekirîye.

Çend mêdyayekan ji wezîr ê Îraqê veguahaztîne ku Bexda rê nade hêz a Pêşmerge yê Kurdistanê pişkdarîyê li pirose ya rizgarkirin a Mûsilê bike.

Ev nerîn a wezîr ê berevanî ya Îraqê di demekê de ye, wezaret a wî di ragehandinekê de, ji girngî ya wê rêkkevtin a serbazî ya di navber a Herêm a Kurdistan û Emerîkayê kêm kirîye û ragehandîye: Ew rêkkevtin tenê( yadaştnameyek a li hev têgehijtinê) bûye bo dîyarkirin a merc ên dan mûçe yê hêz a Pêşmerge ji alî yê Emerîkayê ve.

Nakokî û arîşe yên alîyan li ser pişkdarîkirin a hêz li şerr ê rizgarkirin a wî bajarî, çend caran û bo çend mehan bûye sedem a bi dawîxistin a opersyûn a rizgarkirin a Mûsilê.

Pêşmwerge li sser erdê kontirol a wî bi ser deverek a mezin a parêzgeh a Mûsilê re heye û di dem a burî de tenê hêz a Pşmerge bûye bi harîkarî ya firoke yên Hevpeyman ên Nêvdewletî li dijî Daişê, ku hijmarek a qeza û nehye û gund û deverek a  berfireh ji  jêr dest ên çekdar ên Daişê derhînaye û aramî û tenahî jî bi penabere û koçber ên wan deveran dabîn kirîye ku bi sedem şûerr li dever ên jêr desthilat a Daişê û xîça bi hevgihanê revîyane.

Herweha di Xizîran 2014yê supa yê Îraqê di çend demjimêran de hemû parêzgeh ji dest da û bê berevanî radest ê çekdar ên Daişê kir.

Hestîyartirîn alî di evê pirsê de, Sûnne yên Îraqê ne nemaze jî Sûnne yên Mûsilê, ku piştî dagîrkirin a bajarî ji alî yê Daişê ve,  xelk ên Bajarî hêzek a taybet  bi nav ê Heşd a Nîştîmanî damezrandin û Esîl Nûceyfî parêzgar ê berê yê Neyenewa serperiştî ya wê hêz ê dike.

Hestîyarî wê hêz di pişkdarî ya hêz ên Heşd a Şeibî ya Şîeyan çirr kirîne, ku Bexda  wek hêz bingehî di pirose ya kontirolkirin a dever ên cûda ew hêz bikar hîneye û berjenge di operasyûn a Mûsil jî pişkdar bin.

Di demekê de ku Sûnne bi giştî û hêz a Heşd a Nîştîamanî bi taybetî, li ser pişkdarîç ya evan mîlîşîya yên Şîeyan hoşdarî dayîne Bexdayê û berjengî ya rûbirûbûn a herdû alîyan bi dûr nizanin, çunku wan tuhmetabr dkin ku hêzek a toleveker ên tayfî ne û li dever ê parêzgeh a Tikrît po Enbar û Felûce Sûnne yên Sivîl kirîne arzamnc û xelk azar û eşkendane dane bi bîyanû ya wê yekê ku Daiş bûne û gelek xelk ên sivîl kuştine û rê nadin xelk ê dever ên azadkirî vegerrin ser dever ên xwe.

Li beramber evê yekê fermandar ên bala yên Heşda Şeibî tim amaje bi wê yekê dikin ku Heşd a Şeibî, hêzek a Îraqî û yasayîye û dikare biçe her deverek a Îraqê û şerr ê Çekdar ên Daişê bike.

Li dû sal ên burî serkirde û fermandar ên bala yên hikumet a sûpa yê Îraqê gelek caran serdan a herêm a Kurdistanê kirîne û Pêşmerge wek pişke ji sîstem a berevanî ya Îraqê dayîne zanîn û bi hêzek a karîger  hijmar kirîne li şerr ê dijî Daişê, lê di van dawîyan de hîz ên Îraqê li dever ên bakur a Tikrît û Başûr a Mûsilê şîyan hinek pêşveçûnan bi dest bihînin û çend gund deverekan azad bikin.

Ev pêşveçûn  ên sûpa û hêz ên Îraqî, awaz ên berpirs ên Bexdayê guhertin û niha bi dengek bilindtir li ser pilan û ayînde ya operasyûnê û çawanî ya pişkdarî ya hêzan diaxivin.

Fermandar û berpirs ên hêz a Pêşmerge jî di çen hilkevtan de amaje bi pişkdarî ya hêz a Pêşmerge dikin lioperasyûn a rizgarkirin a Mûsilê. Hevpeyaman ên Nêvdewletî dijî Daişê, çend caran  bi pûte ve li rol a pêşmerge dinerin di şerr ê dijî Daişê û operasyûn a rizgarkirin a Mûsilê û Pêşmerge wek pikek bingehî li şerr ê dijî Daişê dide nasîn.

Dihevpeyvîn a xwe ya dawîyê de,wezîr ê derve yê Emerîkayê girdayî evê pirsê, li Waşintinê, sitayîş a rol a hêz ên Pêşmerge û got: Pêşmerge pişkek bingehîne li kempîn a dij bi Daişê.

Ew a niha li ser erdê dihê dîtin, livîn a hêz ên Îraqî ye ber bi nahîye yab Geyare û başûr a Mûsilê, hêz a Pêşmerge yê Kurdistanê jî li sinûr ê parêzgeh a Neynewa li xal a dawîyê li dever ên azadkiriî rawestaye û Heşd a Nîştîmanî ya Sûnneyan jî demek a dirêje xwe bo evê piroseyê amadekirine û li gor axivtinên berpirs ên wê amadene bo operasyûnê.

Berpirs ên bala yên wela tên Hevpeyman jî axuvtin ên xwe li ser nêzîkbûn a dem a operasyûnê çirr kirîne û zû zû wezêr ên bervanî yên wan welat ên hevpeyman digehin Bexda û Herêm a Kurdistanê.

Îran li ser ast a bilind rawêjakr ên serbazî yên xwe li gel hêz ên Îraqê mijûlî kontirolkirin a Mûsilê kirîne û rawêjkar ên serbazî yên Turkîyayê jî li nêzîkî bajarî rahînanê bi hêz ên Sûnne dikin ku wek hêzek a serekî xwe amadekirine bo kontirolkirin a Mûsilê.

Heya niha ew toz a li dever dirabe, toz a tank û otombîl ên serbazî nîne, belku toz a jê pî yên wê heşamet a koçber û awarane ku nêzîkbûn a şerr li derdor ên gund ên û dever ên wan û zulm û sitem a berdewam Daişê naçar kirîne birevin.

Bi hezaran kes ku demeke dirêje li bend a rizgarkirin a dever ên xwe ne, gîrobûn a pirose ya bihn a wan teng kirîye û xwe dane dest rê ya hat û nehatê daku bigehin dever ên aram li jêr kontirol a Pêşmergeyan ku rêyek a pirr metirsî ye û di evê rêyê de gelekan can ê xwe ji dest dan.

Di demekê de hêj dîyar nîne ku pişkdar ê serekî ye di evî operasyûnê de û kengî demjimêr Sifir dê bihê dîyarkirin. Kengî dengê zîncîr ên tanakan dê bihê bihîstin ku ber bi şerrek a giran bi rê bikevin û li şûn a toz a ber pî yên koçberan toz a tankan bihê dîtin, tozek ku dumahîyê bi mij û tozek a dû salî bihîne ku parêzgeh a Mûsilê dagirtîye.