Kolêja ku bi zimanê Kurdî perwerdeyê dike jî hat girtin

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan bi mersomekî serokatî, biryara girtina hezar dibistanên taybet da. Li Diyarbekirê kolêja ku bi zimanê Kurdî perwerdeyê dike jî hat girtin

K24 – Diyarbekir

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan bi mersomekî serokatî, biryara girtina hezar dibistanên taybet da. Li Diyarbekirê kolêja ku bi zimanê Kurdî perwerdeyê dike jî hat girtin

Di çarçoveya biryarên rewşa awarte de li Tirkiyê hezar û 600 dibistan jî hatin girtin. Li Diyarbekirê jî kolêja bi navê Dîcle-Firatê ya taybet ku bi zimanê Kurdî perwerdeyê dide hat girtin.

Yek ji damezrînerê kolejê parêzer Sebahadîn Korkmaz bertek da biryara girtina dibistanê û got, ti pêwendiyan wan bi ti rêxistin û cemaetan nîne, tenê dixwazin perwerdeya zimanê Kurdî bidin.

Korkmaz ragihand ku dê serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpa’yê bide.