Di kelepora Kurdî de çêkirina kûzikan

Hosteyê kûzikan amaje dike ku ew wan amûrên ku çêdikin ji bo bajarên Diyarbekir,Stenbol,Îzmîr û Elezîzê dişînin.

K24-Navenda Nûçeyan

Kûzik di kelepora Kurdan de xwedî cihek giring digre û çêkirina wê jî kedek mezin dixwaze.  Li Dêrsimê hosteyê ku salane kûzikan çêdike ji bo ku pîşeya xwe bigihijîne nifşên nû alikariyê ji rayedaran dixwaze.

Xelîl Bozkurtê hosteyê kûzikan ev 50î sale li ber deriyê mala xwe bi heriyê avdank, guldank, cêr û dîzikançêdike. Hosteyê 70ê salî bi destê xwe yê hûnerî şekl û şemalên cur be cur li ser wan amûran çêdike.

Hosteyê ku gundê Pêriya navçeya Mazgêrda bajarê Dêrsimê dijî rave dike ku ew xwdiyê 9 zarokan e û wî bi vê hûneriya li ser heriyê zarokên xwe daye xwendin. Hoste hêvî dike ku cihek xweştir de bixebite û li ber destê xwe ciwanan perwerde bike.

Derbarê vê yekê Hosteyê Kûzikan Xelîl Bozkurt  wiha got:

"Banga min ji hemû kesan re heye, zarokên xwe bişînin ber destên sineatkaran. Dê karekî wan hebe, birçî namînin. Ez avdank, guldank, cêr û dîzikan çêdikim. Ava cêran gelek bi tendûristî ye. Ez dixwazim zarok li vir bixebitin, lê ez ditirsim ku ev der bixerife."

Welatiyên li navçeyê dijîn jî dibêjin ku berêhem hostayê vî karî hem jî daxwazkarê van amûran gelek bûn, lê belê niha bi pêşketina teknolojiyê kar jî kêm bûye; daxwazakar jî tune ne. Digel vê yekê welatî dibêjin ku êdî kes naxwaze hînîvî karî bibin.

"Dema em zarok bûn bi qamyonan dihatin vê derê,me ew amûrbardikirin û ji bo firotinê dibirin. Baş û xirab karê xwedike, lê ne wekî berê. Li bajarê me niha tenê Xelîl hoste maye."

Hosteyê kûzikan amaje dike ku ew wan amûrên ku çêdikin ji bo bajarên Diyarbekir,Stenbol,Îzmîr û Elezîzê dişînin. Lê dibêje karê wî êdî tuşî nemanê dibe.Herwiha hoste bang li rayedarên dewletê dike ku alikarîya wî bikin da ku cihek baştir ji bo xwe avabike.