Mam Celal li Nemsayê ye

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî bo çareseriya tenduristî gihêştiye Nemseyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî bo çareseriya tenduristî gihêştiye Nemseyê.

Li gor wêneyên ku medyayên YNKê belav kirine, ku Sekreterê Giştî yê NYKê Celal Talebanî bo çareseriya tenduristî gihêştiye Nemseyê, herwiha serokê berê yê wî welatî Hans Fîşer serdana Talebanî kiriye. medyayên YNKê amaje bi wê yekê kirine, ku serdana Fîşer di warê lêpirsîna rewşa tenduristî ya Talebanî de hatiye, ji ber ku Talebanî û Fîşer dostên hev yên dêrîn in.

Sekreterê Giştî yê NYKê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî di roja 17 Kanûna 2013an de li Bexdayê rewşa wî ya tenduristî têk çûbû, bo çareserkirina rewşa wî ya tenduristî jî serdana Almanyayê kiribû, 19 Tîrmeha 2014an jî vegeriyabû Herêma Kurdistanê.

 

Fly Erbil Advertisment