Parlementerekî Misrî daxwaza mafê penabertiyê bo Gulen dike

Parlementerekî Misrî di nameyekê de ji Serokê Parlementoya Misrî de daxwaz dike ku, mafê penabertiyê bide Fethulah Gulen.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerekî Misrî di nameyekê de ji Serokê Parlementoya Misrî de daxwaz dike ku, mafê penabertiyê bide Fethulah Gulen.

Parlementerê Misrî Îmad Mehros nameyek ji Serokê Parlementoyê Misrî re birê kir, tê de daxwaz kir ku Misrê mafê penabertiyê bide Serokê Cemaeta Xizmet Fethulah Gulen.

Ev daxwaz tê di demekê de, ku hikûmeta Tirkiyê Fethulah Gulen bi piştevanî û plankirina kudetaya leşkerî li dijî hikûmetê tuhmetbar dike.

Pêwendiyên di navbera Tirkiye û Misrê di sala 2013an de têk çûn, piştî Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî kudetaya leşkerî ya li Misrê kir û Serokê berê yê ji Cemaeta Îxwan el-Muslimîn Mihemed Mursî xiste zîndanê.

Piştî şikestina hewla kudetaya leşkerî li Tirkiyê, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan rexneyên Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî girt û bi kudetakar û ne kesekî demokrasî binav kir.