Mehmûd Ûsman: Pêdivîye Turkîya Ocalan azad bike û dest bi pirose ya aştîyê bike

Mehemûd Ûsman, kesatî yê sîyasî yê Kurdistanê,weha dibîne sîyaset ên Erdogan li şerr ê Kurdistanê, sinûrdarkirin a dîmukrasîyê azadîyan li Turkîyayê bûye eger a zemîne rexsandinê bo wê kudeta ya 15yê tîrmehê û herweha bi bawerrî ya wî, ew dij westan a alîyan bi giştî û bi kurd ve jî, sedem a wê ewe ku xelkî bawerrî bi guhertin ê n bilez nîne

K24- Hewlêr

Mehemûd Ûsman, kesatî yê sîyasî yê Kurdistanê,weha dibîne sîyaset ên Erdogan  li şerr ê Kurdistanê, sinûrdarkirin a dîmukrasîyê azadîyan li Turkîyayê bûye eger a zemîne rexsandinê bo wê kudeta ya 15yê tîrmehê û herweha bi bawerrî ya wî, ew dij westan a alîyan bi giştî û bi kurd ve jî, sedem a wê ewe ku xelkî bawerrî bi guhertin ê n bilez nîne. Lê karvedan a Erdogan piştî kudetayê û ragehandin a rewş a naasayî û hêrişkirine ser  neyar ên xwe  bi bîyanû ya pişkdarî û havkarîyê li gel kudetayê,  bûye cihê metirsîyê û weha dihê dîtin ew sîyasetek be bo lêdan a hemû neyar ên wî û teskkirin a azadî û dîmukrasî û berdewamkirin a şerr li bakur bi bîyanû ya lêdan a PKKyê  ku hêj bi tîrorist nav ê wê dibe mîna girûp  a Fethullah Gulen.

Mehmûd Ûsman di dirêje ya nivîsîn a xwe de,  ku li peyc a civakî Feysbûkê belav kirîye û amaje bi paş paş kudetayê û erdhejan a sîyasî ya Turkîyayê kir û nivîsîye, Hikuemet a Enqereyê li pêş taqîkirinek a dîrokî de ye, ka erê dê ber bi ku de biherre. Rê ya rast jî wek hemû çavdêr û dost ên Trurkîyayê dibêjin eve, Turkîya pêngavan ber artaste ya dîmukrasî ya a zêdetir bihavêje û vegerre bo ser pirose ya aştîyê  li gel Ocalan wek wan bi xwe jî gotine, ku wê kudetayê metirsî li ser wî jî hebûne, bêguman azadkirin a wî jî pêdivîye piştî ew a rûday.