Li Tirkiyê mîrateyên Dîrokî yên paşayên Kurd bûne cihê geştê

Bi rastî jî pêwîste her nifşekî Kurd bê vê qesrê bibîne.

K24-Navenda Nûçeyan

Gelek mîrateyên dîrokî hene ku di heyama Osmaniyan de ji bo paşeyên Kurd hatine çênkirin û heya îro hatine parastin û ji aliyê geştyaran ve eleqeyek mezin dibînin. Qesra Îsaq Paşe jî yek ji wan mîrateyan e.

Qesra Îseq Paşe ya ku wek nîgara bajarê Agiriyê tê dîtîn li ser çiyayê her sê qeraxên wê asê hatiye çêkirin.Li aliyekî Qesrê Tirba Ehmedê Xanê li aliyekî jî Bexçeyê Keşeyan heye. Bingeha vê Qesrê di sala 1685an de ji aliyê Mîr Mihemed û kurê wî Evdî Paşeyê ku di nava Dewleta Osmanî de wek paşeyên Kurd tên zanîn ve tê avêtin.

Ev qesra ku di sala 1784an de çêkirina wê xelas dibe,bi kevirên spî û reş yên ku nexşên navçeya Bazîda Agiriyê nîşan didin hatiye çêkirin. Hîna jî nehatiye zelalkirin ku di wê heyamê de bi wan kevirên ewqas mezin ev qesr çawa hatiye avakirin.

"Ewsala ku ev qesr tê çêkirin pergala Xelîfetiyê hebû. Wê çaxê medeniyet li Ewropa tunebû. Ji ber vê yekê hewceye gelê Kurd berêxwe bide Mezopotamyayê. Cihê ku zarokên Hz. Nûh lê jiyan kiriye, cihê ku zarokên Hz. Adem lê jiyan kiriye, gerek e carek din gelê Kurd berê xwe bide axa xwe. Ger berê xwe nedin axa xwe; berêxwe bidin Ewropayê dê her gav li mirovahiyê şaş bin."

Qesra Îsaq Paşe ya ku di 99 salan de çêkirina wê xelas dibe, gelek çîrokên devkî yên Kurdî yen wek "Perîşan Xanim û Xelîl Beg"û stranên Erîvanê de bahsa qesra Îsaq Paşe tê kirin. Feylosof û helbestvanê Kurd yê navdengEhmedê Xanê jî li vê qesrê nivîsmendî kiribû.

"Ev qesr baş hatiye parastin û restorekirin. Bi rastî jî pêwîst e her nifşekî Kurd bê vê qesrê bibîne. Ji ber ku li vê derê de gelek paşeyên Kurd gelek zimanzan û helbestvanên Kurd mane;di her gavekê de şopên Kurdistanî hene."

Ev qesra ku deriyê wê bi zêran hatibû nexşekirin di heyama dagirkirina dewleta Rusî de tê jêkirin û digel berhemên dîrokî yên di pirtûkxaneya qesrê de, dibin paytexta Rusyayê Moskow.Gelek berhemên ku bi destê zimanzanên Kurdli vê qesrê hatine nivîsîn, tê îdeakirin ku li mûzexaneya Moskowayêtên parastin.