Artêşa Iraqê kuştina 13e serkirdeyên DAIŞê ragehand

Di nav wan serkirdeyan de, Cîgirê Ebo Bekir El-Bexdadî xelîfeyê DAIŞê, waliyê Fellûce û Firat û cîgirê wezîrê şer ê DAIŞê jî hebû.

K24-Navenda Nûçeyan

Serkirdayetiya operasyonên Hevbeş a Artêşa Iraqê kuştina 13e serkirdeyên DAIŞê li Navçeya El-Qaim ragehand.

Derbarê kuştina wan serkirdeyên DAIŞê Şaneya ragehandina şer a Iraqê, ku ser bi Artêşa Iraqê ye ve  di beyanameyek belav kir tê de wiha hatiye got: duh hêzên Iraqê li navçeya El-Qaîm a ser bi parêzgeha Enbarê ve û dikeve liser sînorê Sûriyê, bombebarankir, di encam de 13e serkirdeyên DAIŞê hatin kuştin.

Li gor daxuyaniyê di nav wan serkirdeyan de, cîgirê Ebubekir El-Bexdadî yê xelîfeyê DAIŞê, waliyê Fellûcê û Firat û cîgirê wezîrê şer ê DAIŞê jî hebûn.

Herwiha daxuyaniyê da zanîn ku ji bilî kuştina wan 13e serkirdeyan 11e çekdarên DAIŞê birîndarbûne û çend otombîl hatine têkbirin.

Şaneya şer a Iraqê amaje bi vê jî kir, ku dervey wan kesên rêveber ên payedar ku hatine kuştin, herî kêm 11 çekdar jî birîndar bûne û cîhê amadekirina teqemenî û wesayîtên bombekirî yê DAIŞê jî hatiye wêran kirin.