Hejmara leglegan di meha Tîrmehê de zêde dibe

Ev yek jî herî zêde bala zarokan dikişîne.

K24-Navenda Nûçeyan

Destpêka heyama havînê legleg tên bajarên germ û li vê derê hêlînên xwe çêdikin. Hejmara leglegan di meha Tîrmehê de zêde dibe. Legleg bi taybetî hêlînên xwe li ser stûnên karebayê çêdikin lê belê hejmareke zêde ya eglegan ji ber girtina karebayê telef dibin.

Gundê Xaziya li ser bajarê Rihayê jî yek ji rewestgaha leglegan e. Şêniyên li vî gundî ji bo legleg telef nebin bi derfetên xwe hêlîneke bi qasî 6 metreyan bilind çê kirin.

Me dît ku leglegên li ser stûnên karebayê hêlîna xwe çê dikin gelek ji wan telef dibin. Em gundî jî hatin ba hev, me biryar da ku em hêlînek bi vî şikli ji bo leglegan çêkin. Her sal legleg tên hêlîna xwe mezin dikin û diçin.

Di vê heyamê de legleg hêkên xwe dikin û dibin xwedî çêçik. Ev yek jî herî zêde bala zarokan dikişîne. Zarokên di çêkirina vê hêlînê de bûne alikar dibêjin her roj çêçikên leglegan ji hêlîna xwe derdikevîn û ev jî her car wan çêçikan dibin hêlîna wan.

Her sal legleg dihatin hêlîna wan tunebû me ji bo wan hêlînek çêkir. Me ev hêlîn di deh rojan de temam kir. Niha legleg hêkên xwe dikin û çêçiçên wan jî hene.

Şêniyên gund da zanîn ku ew dê di rojên pişiya wan de çend hêlînên din jî ji bo leglegan çê bikin û bang li reyedarên dewletê dikin da ku ji bo çêkirina hêlînan ew jî alikariya wan bikin. Niha gundî benda çûyîna leglegan e ku dest bi hêlînên nû bikin.