Xebat û projeyên şaredariya Agiriyê berdewam in
Herwiha welatî jî amaje dikin ku bi saya şaredariya nû ew xizmetek baş dibînin.
K24-Agiriyê
Ji aliyekê ve li bajarên bakurê Kurdistanê şer û pevçûn û hiweşandina bajaran berdewam dike, ji aliyekê din ve jî şaredariyên bajaran ji bo gel xebatan dikin. Şaredariya Agiriyê bi xebat û projeyên xwe ve ji aliyê gelê Agiriyê ve tê pejirandin û cîbecîdike.
Şaredariya Agiriyê ya ku di destê Partiya Heremên Demokratîk de ye (DBP) bi xebatên xwe yên li seranserê bajarê Agiriyê dest bi nûjenkirina bajêr dike. Şaredariya ku xebatên xwe bênavber berdewam dike, bi projeyên xwe jî ji bo pêşerojê bixwebawer e.
Rêveberên Şaredariya Agiriyê rave dikin ku dema ew di sala 2014an de hatin li ser kar, şaredarî di bin deyna de mabû û ji bo gel tu xebat nedihate kirin. Lê niha bi saya wan ji bo gel xizmet tê kirin û xebatên wan jî li seranserê bajarê Agiriyê belav bûye.
Hevseroka Şaredariya Agiriyê Mukaddes Kubîlay ji K24ê re wiha got:"Em rastin, bi dil û can dixebitin û hertiştê me vekirî ye. Her tiştê me gel dizane. Em her karê xwe bi gelê xwe re birêve dibin û diqedînin. Li gorî xebatên şaredariya berê tu binêrî tişteki pir mezin derketiye holê. Dewlet ji me re astengiyan derdixe, lê belê em wana ji holê radikin. Ez bawer dikim dê di nava du salan de pirsgirêkên şaredariyê û kêşeyên gel çareser bibin."
Heta niha ji aliyê şaredariyê ve hala zebze ya bajêr hatiye çêkirin. Ji bo Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî qadek tê çêkirin. Li ser çemê Muradê ya ku di nava bajêr de derbas dibe, ji bo gel du pir hatine avakirin. Ji bo kelepora Kurdî bê vejandin gelek navendên çandê jî hatine çêkirin. Şaredarî bi xebatên xwe yên havîrdor, peyarê û binesaziya bajêr ve jî ji aliyê gel ve serkeftî tê dîtin û gel ji xebatên şaredariyê razî ne.
"Berê li ser çemê Muradê pir tunebûn. Welatî bi derfetên kevnare çem derbasdikirin û gelek ji wan canê xwe ji destdan. Şeredariya niha soz dabû me da ku ji bo me pirê çêbike û soza xwe bi cih anîn. Bi saya van piran du taxên Agiriyê yên herî mezin gihîştin hev. Bi rastî jî şaredarî karê xwe dike."
Niha li bajêr bi destê şaredariyê tesîsa av palandinê hatiye avakirin û ji bo tevahiya Agiriyê ava palandî tê belavkirin. Rayedarên şaredariyê rave dikin ku ji bo Agirî bibe bajarekî cazîbe çi ji destê wan bê dê bikin. Herwiha welatî jî amaje dikin ku bi saya şaredariya nû ew xizmetek baş dibînin.