Jinên Partiya HDPê li himberî Derbeya leşkerî derketin
Di mitîngê de, parlamentera HDPê ya berê û hûnermend Pinar Aydinlar jî bi stranên xwe beşdar bû. Mitîng bi gerandina govendê û merşan bi dawî hat.
Jinên Partiya Demokratîk ya Gelan(HDP), li hemberî darbeyan bi dûrişma "Ji darbeyan na, em demokrasiyê dixwazin mitingek li dar xist. Di Mitingê de peyamên aştî, azadî û demokrasiyê hate dayîn.
Piştî hewldana darbeyî HDPê li 9 bajaran dest bi lidarxistina mitîngan kir. Yek ji wan bajaran jî Enqere ye. Mitînga Enqerê ji aliyên Jinên HDPî hate organîzekirin.
Mitinga li qada Tuzluçayira û bi sersaxiya ji bo teqîna li Qamişlo dest pê kir.Herwiha jinan peyamên xwe yên bo demokrasî û aştiyê anîn zimên.
Şêwirmenda HDPê ya Parlamentoyê Aynur Xanim ji K24ê re wiha got:"Ji bo azadî, demokrasî û aştiyê em li vir in. Jin dixwazin di jiyana xwe de, di jiyana civaka xwe de, li her qada jiyanê aştî azadî û demokrasiyê ava bikin. Ji ber vê Jin li vir in û dengê xwe bilind dikin"
Di mitîngê de, parlamenterên HDPê Çaglar Demirel, Leyla Guven, Pervîn Buldan û hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag beşdar bû.
Yûksekdag di axaftina xwe de baş kişand li ser helwesta HDPê ya li hemberî darbeyan û diyar kir ku berî herkesi li hemberî darbeyan, tankan û firokeyan rawestiyan gava beriya salekê, bajarên Kurdan, bi tang û firokeyan dihate bombebarankirin.
Herwiha dayikên aştiyê jî piştgirî da mitînga HDPê û careke din hêviya xwe ya bo aştî û azadiya gelê Kurd anî ziman.
"Em ji bo serxwebûnê li vir in. Em aştiyê dixwazin. Em hez nakim zarokên me bêne kuştin; Ne dayikên Kurdan ne jî yên Tirkan… Em aştiyê dixwazin û dibêjin bila hemû dayik derkevin qadan û destê xwe bidin hev du da ku aştiyê bîne vî welatî."
Di mitîngê de, parlamentera HDPê ya berê û hûnermend Pinar Aydinlar jî bi stranên xwe beşdar bû. Mitîng bi gerandina govendê û merşan bi dawî hat.